Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Berevanî li Peymana bi Îsraîlê Dike


Karbidestê bilind yê wezareta derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Cemal El-Muşarak îro Sêşemê bergirî li peymana dawî ya bi Îsraîlê kir.

Muşarak, di preskonferansekê de de wek bersîva pirseke ser peymana navbera Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîlê, got ku rêya aştî û aramîyê bi azirandin û axaftina nefretê nayê çêkirin.

Wî got ku ew ji niha de nikarin derbarê kiryarên Îsraîlê yên sibêroja bipeyîvin, lê di vê mijarê de ji hêla Amerîkayê û ji alîyê dîyaloga wan ya seqolî garantî ji wan re hate dayîn.

Hejayî bîrxistinê ye ku piştî îmzekirina peymana aştîyê, di 31'ê Tebaxê de firîna yekê ya bazirganî ya di navbera Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî pêk hatibû.

Ew peyman, navbera welatekî Ereb û Îsraîlê di zêdetirî 20 salan de lihevkirina yekê bû ku di encama metirsîyên hevpar yên ji Îranê jî hatibû çêkirin, lê Fîlîstînî, Îran û hin dewletên misilman bi wê rêketinê pir hers bûbûn.

XS
SM
MD
LG