Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ku di şerê navxweyî yê Sûrîyê de piştgirî dide serhildayên dijî hikûmeta Sûrî, balyozxaneya xwe ya li Şamê îro Pêncşemê jinûve vekir.
Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ragihand ku biryara wê normalkirina peywendîyan û pêşîgirtina maytekirina herêmî ya nav karên Erebî û Sûrî armanc dike.
Pispor dibêjin ku bi wê daxuyanî mebesta Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ew e ku bandora Îranê li Sûrîyê kêm bike.
Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Enwer Gargaş got ku piştî pêşketinên dawî, hebûna dewletên Erebî li Sûrîyê pêdivî bû.
Tevî ku rola Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî li Sûrîyê lo gor Erebistana Saudî, Qatar û Tirkîyê kêmtir bû jî, wê destek dabû komên çekdar yên dijî hikûmeta Sûrî.
Çavdêrên sîyasî hevbîr in ku jinûve vebûna balyozxaneya wî welatî wek serketineke dîplomatîk ya Serokê Sûrî Beşar Esad e.