Desteya Dîsîplînê ya Yekîtîya Federasyonên Futbolê ya Ewrupa (UEFA) jiber raberkirina ‘’gurên boz’’ 2 maç ceza da lîstikvanê Tirkîyê Merîh Demîral.
Demîral ew nîşana, wek sembola neteweperwerên tundrê yên Tirk tê zanîn, piştî gola xwe ya di maça Tirkîye û Awusturya de kiribû.
Federasyona Futbolê ya Tirkîyê û Demîral wê jibo nerazîbûnê serî li Dadgeha Taybet ya Sportê (CAS) bidin.
Eger biryar neyê guhertin, Demîral nikare di maça fînala çarîyekê ya Tirkîyê de, ku wê bi Holanda re were lîstin, bilîze û ku eger di wê maçê de biser keve, ew nikare di maça berî fînalê de jî formayê li xwe bike.
UEFA ser Demîral bi îdiaya ku wî ‘’kiryareke ne guncav’’ kiriye dest bi lêpirsînê kiribû.
Li gor dîsîplîna UEFA, di maçên futbolê de hemî kiryarên ku propagandaya neteweyî, olî, îdolojîk û sîyasî têde ne qedexekirî ne.
Cîgirê Serokê Tirkîyê Cevdet Yilmaz ser biryara UEFA bertek nîşan da û dîyar kir ku ew hêvî dikin piştî dosyeya berevanîyê, bi awayekî azad û dadmend biryar were dayîn.
Yilmaz ser X’ê dîyar kir ku divê biryara sîyasî derbê li heyecan û rindîya futbolê nexe.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî UEFA cezayê ragihîne ji rojnamevanan re bal kişandibû ser formayên Almanya û Fransa.
‘’Ka ma kes dibêje di formayên Almanan de qertel hene? Kes dibêje di formayên Fransîyan de dîk hene û xwe wek dîkan gij dikin?’’
Wezîra Navxweyî ya Almanya Nancy Faeser ser nîşana gurên boz gotibû ku ew îşareta rastgirên tundrê yên Tirk e û dîyar kiribû ku ew naxwazin li stadyumên xwe nîşanên wisa bibînin.
Wezareta Derve ya Tirkîyê ser gotinên Nancy bertek nîşan dabû û Balyozê Almanya yê li Enqerê Jurgen Schulz vexwendibû wezaretê.
Almanya jî li ser vê tevgera Enqerê, Balyozê Tirkîyê yê li Berlînê Ahmet Başar Şen vexwendibû.
Erdogan wê jibo temaşekirina maça Tirkîye û Holanda ya sibe Şemîyê here Berlînê.
Jêder: NTV, Gazete Duvar, ANKA