Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diyardeya UFO yên Fezayî di Kongresa Amerîkî de Tê Gotûbêj Kirin


Pirsa UFOyan di Kongresa Amerîkî
Pirsa UFOyan di Kongresa Amerîkî

Efserekî şerker yê berê ku endamê Wezareta Berevaniya Amerîka bû û lêkolîn li ser diyardeyên nenaskirî yên esmanî dikir, got ku hikûmeta Amerîkî keştiyek derveyî erdê vedîtiye.

Dave Grusch, di rûniştineke guhdarîkirinê de bersiva pirsên endamên Civata Nûneran ya Kongresa Amerîkî roja Çarşemê da û got ku ew bi xwe cîhên rast yên van keştiyên biyanî dizane.

Wî herwiha dîyar kir ku wî ev agahdarî dane lêkolerê giştî yê civata îstixbarata Amerîkî.

Grusch, ku bi nepenî agahî dane û li pêş Kongresê roja Çarşemê şahidî da, ji ber lêkolînên xwe rastî tolhildanê hatîye.

Wî gote Civata Kongresê ku hikûmeta Amerîkî nîşanên biyolojîk yên giyandarên nemirovan hene.

Grusch hûrgilî nedan, lê diyar kir ku wî bi xwe ti tenên nenas û xerîb yan gemîyên nenaskirî yên difirin nedîtine, lê wî ew zanyarî dan li ser bingeha bi dehan hevpeyvînên ku wî di nav civata îstîxbarata Amerîkî de pêk anîne.

Efserê berê yê Hêza Esmanî, ku di heman demê de ji bo sê ajansên îstixbaratê jî kar kiriye, yek ji sê efserên berê yên leşkerî bû ku derketin pêşberî komîteya ewlekariya neteweyî ya Civata Nûneran ya Kongresê ye.

Wan di guhdarîkirineke vekirî ya ser televîzyonê de ku bi awayekî zindî dihat weşandin, piştrast kir kû keriste û laşên nenaskirî li esmanan difirin hatine dîtin.

Ajans/VOA

XS
SM
MD
LG