Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Ugandî ji Alîyê Zerevanê Xwe Hate Kuştin


Wezîrê Dewletê yê Ugandî Charles Okello Engola îro Sêşemê ji alîyê zerevanê xwe ve hate kuştin.

Bûyer li nava mala Engola ya li dervayê Kampala qewimî û li gor medya xwecîhî pirsgirêkeke taybet bûye sedema wê kuştinê.

Polîsên Ugandî ragihand ku heta niha zelal nebûye ku sedema kuştinê çi ye, lê vekolîna wan hîn jî didome.

Lê, medya xwecîhî ragihand ku bûyer jiber pirsgirêka mûçeya parêzkarê Engola qewimî.

Rojnameya NilePost ji zarê dîdevanan ragihand ku leşkerê êrîşbir bi dengekî bilind gotiye ku ew demeke e dirêj e mûçeya xwe negirtiye.

Li Uganda berê jî karbidestên payabilind bi êrîşên çekdarî hatibûn kuştin û di sala 2012’an de serfermandarê artêşê ji êrîşeke çekdarî sax filitîbû, lê qîza wî hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG