Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Uganda Dibêje ku Ew Dikare Mafê Penaberî Bide Beşîr


Serokê Uganda Museveni û Beşîr li Entebee, Uganda (Arşîv)
Serokê Uganda Museveni û Beşîr li Entebee, Uganda (Arşîv)

Wezîrê Derve yê Uganda Okello Oryem îro Çarşemê got ku ewê hizira raberkirina mafê penaberî ji rêberê Sudanî yê ladayî Omer el-Beşîr bikin, tevî ku Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) wî bi tawanên cengî sûcdar dike.

“Uganda, jibo nirxandina serîlêdana Beşîr ya penaberîyê, wê lêborînê nede ti kesî,” Oryem îro li paytext Kampala ji Reutersê re got.

Beşîrê 75 salî ku 30 sal li ser desthilatê mabû, piştî xwepêşandanên girseyî ji alîyê Artêşa Sudanî ve, ji desthilatê hatibû ladan.

Dadgeha Tawanan ya Navnetewî fermana desteserkirina Beşîr derxistibû, bi sedema ku ew ji kuştina nêzî 300,000 kesan li herêma Darfurê berpirs e.

Tevî ku ICC daxwaza desteserkirina Beşîr dike, civata leşkerî ya Sudanê ragihandibû ku ewê Beşîr jiber tawanên jenosîd radestî dadgeha navnetewî neke û wî li Sudanê dadgeh bike.

XS
SM
MD
LG