Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Rojnamevanê Kurd Ugur Yilmaz re 6 Sal Ceza Hat Dayîn


Rojnamevan Ugur Yilmaz di 17’yê Tîrmeha 2017’an de dema di Şaredarîya Bedlîsê de dixebitî bi îdîaya “Endamê Rêxistinêye” û “Propangandaya rêxistinê kirîye” hatibû girtin.

Darizandina Yilmaz piştî pirtir ji 2 salan encam bû û 6 sal cezayê zîndanê jê re hate dayîn.

Ugur Yilmaz
Ugur Yilmaz

Rûniştina doza Rojnamevan Yilmaz di Dadgeha Cezayê Giran a Beflîsê hate lidarxistin û ew ji Girtîgeha Elezîzê (Elazig) bi rêya sîstema vîdyoyî (SEGBÎS) tev li rûniştinê bû.

Yilmaz di parastina xwe de daxwaz kir ku bi raste rast di salona dadgehê de parastina xwe bike, lê ev yek ji alîyê heyeta dadgehê ve nehate pejirandin û biryar hate eşkere kirin.

Di encamê de, bi îdîaya “Endamê Partîya Karkerê Kurdistanê (PKK)” heyeta dadgehe 6 salû 10 meh ceza ji Yilmaz re birî. Yilmaz herwiha ji îdîaya “Propagandaya Rêxistinê Kirîye” jî beraet kir.

Zelal Pelîn Dogan, parêzera Yilmaz ku bi ser navê Komeleya Xebatkarên Medya û Hiqûqê (MLSA) tev li dozê bû, got ku di van dozan de parvekirinên medyaya civakî û îfadeyên şahidên veşarî wek delîl tên nirxandin.

“Li gor qanûnan, ev delîl jibo ku kesek bi endamtîya rêxistinê werin cezakirin têrê nake. Cezakirina li gorî van delîlan dibe sedema binpêkirina mafan. Jiber ku ev kesê hatîye darizandin rojnamevane, tevî binpêkirina mafê azadbûnê, mafê wî yê azadîya ramanê jî hatîye binpê kirin. Mixabin wekî ku Konseya Ewropayê di rapora xwe de jî eşkere kirîye, Tirkîyê li ser rojnamevanan gelek zext hene. Divê bi lez ev pêkûtî li ser rojnamevanan bên rakirin”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gor daneyên Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkîyê (TGS) 115 rojnamevan û xebatkarên medyayê li Tirkîyê niha girtîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG