Wezareta Berevanî ya Brîtanya îro Pêncşemê ragihand ku hêzên Ukraynî dikarin çekên wan li axên Rûsya bi kar bînin, lê sînordarkirina karanîna muşekên dûravêj yên Storm Shadow hîn jî didomin.
Ukrayna di nav du hefteyên dawî de operasyoneke mezin bir ser axên Rûsî ku ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve tiştekî wisa neqewimîbû.
Karbidestekî Ukraynî dîyar kir ku armanca operasyona li axên Rûsî çêkirina herêmeke tampon ku ew dixwazin bi wê gelê xwe ji êrîşên hêzên Rûsya biparêzin.
Di meha Gulanê de Wezîrê Derve yê Brîtanya yê wê demê David Cameron gotibû ku mafê Ukrayna heye ku ew jibo hedefên li nav Rûsya çekên wan bi kar bîne, lê hikûmetê piştre ti şirove nekiribû.
Berdevkîya Wezareta Berevanî ya Brîtanya ser karanîna çekan li gor demên borî bi awayekî zelaltir axifî.
“Mafê Ukrayna heye ku ’li hember êrîşên Rûsya yên ne qanûnî bi awayekî rêwa berevanîya xwe bike û ev yek rê li ber operasyonên li nav axa Rûsya nagire. Gava ew çek dişînin Ukrayna, bi awayekî eşkere dibêjin ku divê ew li gor hiqûqa navnetewî werin karanîn.”
Bi vê polîtîkayê Ukrayna dikare tankên Brîtanî, muşek û kelûpelên din yên leşkerî li nav axa Rûsya bi kar bîne.
Sînordarkirina ser karanîna muşekên dûravêj yên Storm Shadow didome.
Ukrayna dibêje wê bi karanîna tank, dron û topên giran ji 6’ê Tebaxê vir ve li axa Rûsya pirtir ji 1000 kîlometrekare xistiye bin kontrola xwe ku Serokê Rûsî Vladimir Putin ser vê tevgera dawî ya Kîevê dibêje ‘’provokasyoneke mezin’’ e.
Jêderekî Brîtanî dîyar kir ku ew bawer dikin ku leşkerên Ukraynî li nav axa Rûsya tankên Challenger 2 yê Brîtanya dixebitînin, lê Wezareta Berevanî ya Ukrayna ti şîrove li ser karanîna tankên Brîtanî nekir.
Rûsya ji berê de hişydarî dabû ku ger Brîtanya destûr bide Ukrayna ku ew bi çekên Brîtanî êrîşan bibe ser axa Rûsî, ewê bersîvdaneke xurt bide.
Jêder: Reuters