Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya û Fransa: Me Bawerî Heye Pêşveçûn di Pirsa Hormuzê de Were Kirin

Wezîrên berevanîya Brîtanya û Fransayê got ku ew piştrast in ku dê pêşveçûnek di pirsa Tengava Hormuzê were çêkirin, li dema ku herdu welatan mêvandarîya civînekê ligel nexşedanerên leşkerî li ser vê mijarê kir.

Wezîrê Berevanîya Brîtanyayê John Healey û hevtaya wî ya Fransayê Catherine Vautrin îro Pêncşemê di daxuyanîyeke hevbeş de got: “Veguhestina pirseke dîplomatîk bo kiryarê pêdivî bi nexşedananeke cidî, danustandinên eşkere û pabendbûnên xurt ji welatên hevalbend û hevkar heye."

Tengava Hormuzê ya stratejîk ji dawîya Sibatê ve ligel destpêkirina şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de ji alîyê rejîma Îranê ve hatîye girtin.

Di peyamekê de bo beşdarên civînê, Healey û Vautrin diyar kir ku “Em spasdarên wan welatan in ku amadebûna xwe ji bo beşdarbûnê di civînê de nîşan dane. Em piştrast in ku pêşveçûnek baş dikare were çêkirin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG