Wezîrê Berevanîya Brîtanyayê John Healey dibêje "êrîşên bêserûber" ên Îranê leşker û sivîlên Brîtanî li Rojhilata Navîn dixe jêr metirsîyê.
Healey roja Yekşemê ji televizyona BBC re got ku erkê hikûmeta wî yê serekî parastina Brîtanîyên li herêmê ye.
Wezîrê Brîtanî got ku ti kes dê şînîya mirina Rêberê Bilind yê Îranê Elî Xamineyî negire. Xamineyî roja Şemîyê di êrîşên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê de hate kuştin.
Healey got ji dema ku êrîşên Îranê li ser welatên herêmê destpê kirine, hinek ji wan li Behreynê li nêzîkî cihên hebûna hêzên Brîtanî ketine. Wî da zanîn ku du mûşekên Îranê ber bi alîyê Qibrisê ve jî hatibûn avêtin.
Hêjayî bîrxistinê ku Brîtanya ne beşdarî van operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî rejîma Îranê ye.