Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya 12 Kes jiber Pevçûnên li Pêş Balyozxaneya Îranê Hatin Girtin


Dîmenek ji xwepêşandanên li pêş balyozxaneya Îranê li Londonê. Îlon 25, 2022.
Dîmenek ji xwepêşandanên li pêş balyozxaneya Îranê li Londonê. Îlon 25, 2022.

Polîsê Brîtanî roja Duşemê ragihand ku 12 kes hatin girtin û bi kêmî 5 efserên polîsan birîndar bûn piştî pevçûnek li dema xwepêşandanekê li pêş Balyozxaneya Îranê li Londonê derket.

Hejmareke mezin ji xelkê li dirêjahîya hefteya ji derveyî avahîya balyozxaneyê kom bûne da ku kuştina keça Kurd ya 22 salî Jîna (Mahsa) Amînî ser destê polîsê Îranê protesto bikin.

Hêza Polîsê Metropola Londonê got ku piranîya xwepêşanderan aştîyane bûn, lê roja Yekşemê komeke çalakvan hewil da ku rûbûrûyê polîs û xwepêşanderên din yên xwediyên nêrînên cuda bibin.

Polîsan got ku şûşe û alavên din hatin avêtin efserên ku hewil didin avahîya balyozxaneyê biparêzin. Polîsan dîyar kir ku xwepêşanderan herwiha Navenda Îslamî ya Brîtanyayê kir armanc. Di encama tundûtûjîyê de bi kêmî pênc efserên polîsan hatin rakirin bo nexweşxaneyê, ku birînên hinekan ji wan giran in.

XS
SM
MD
LG