Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstixbarata Brîtanî Dibêje Rûsya Êrîşên Esmanî yên li Ukrayna Kêm Dike


Dîmeneke piştî êrîşa esmanî ya Rûsya li Chernigiv, Ukrayna, 3 Adar, 2022.
Dîmeneke piştî êrîşa esmanî ya Rûsya li Chernigiv, Ukrayna, 3 Adar, 2022.

Wezareta Berevanîyê ya Brîtanya îro Duşemê ragihand ku hejmara êrîşên firokeyên şer yên Rûsî ser Ukrayna pêk tînin, bi awayekî berçav kêm bûye.

"Dibe ku kêmbûna êrîşên firokên Rûsî jiber bandorbûna berevanîya esmanî ya Ukraynî, sînordarbûna demên firînên ya jibo firokên Rûsî û xirabtirbûna hewayê be," wezaretê ser Twitterê got.

Wezaretê bal kişand ku 300 êrîşên rojane niha daketiye bi dehan êrîşan û Rûsya pirtir ji 60 firokên bi baskên sabît jî hinda kirine.

Wezareta Berevanîyê ya Brîtanî herwiha got ku Rûsya bi giranî êrîşên bejayî li gor armancên dîtbarî û cebilxaneyên nepêşketî pêk tine û pêkan e ku hêza esmanî ya Rûsî di zivistanê de bi rêjeyeke nizimtir êrîşên bejayî bidomîne.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy do Yekşemê di gotara xwe ya rojane de gotibû ku Ukrayna xwed îtiştekî ye ku di destê Rûsya de tuneye.

"Em welatê xwe diparêzin û ev hêza herî xurt dide me. Em jibo azadîyê têdikoşin û ev im xeta hêzên me xurt dike. Em berevanîya rastîyê dikin û ev yek tevahîya cîhanê li dora Ukrayna digihîne hevdu.

Ji alîyê din ve berpirsê giştî yê enerjîyê û cîgirê serokwezîrê Rûsya Aleksander Novak ragihand ku ger ew bimînin ku hilberînê kêm bikin jî, ewê petrolê bi buhayê ku dewletên Rojava dixwazin nefiroşin.

Novak, danîna lîmîta ser nirxê petrola xav ya Rûsî ji hêla welatên G7 û Australya ve rexne kir û ew biryar wek destwerdana mezin ya ser bazirganîya enerjî ya cîhanê bi nav kir.

Lîmîta 60 dolar nirxê jibo firotna petrola Rûsî ji hêla Wezîra Xezîneyê ya Amerîka Janet Yellen ve hatibû pêşnîyar kirin ku dahata petrolê ya Rûsya kêm bike ku di şerê Moskowê ya li Ukrayna faktoreke girîng e.

Biryara nirxê petrola Rûsî ya nû îro Duşemê, di heman roja ku ambargoya Yekîtîya Ewrupa (YE) ya ser piranîya veguhestina petrola Rûsî, ket jîyanê.

Ne dîyar e ki ev gav wê bandorek çawa ser bazarên petrolê bikin, lê hin pispor dibêjin ku pêkan e Rûsya veguhestina petrola xaw ji Ewrupa re rewestîne û welatên Ewrupî jî di dîtina alternatîfa şewita dîzel ya Rûsî de rûbirûyê dijwarîyan bimînin.

XS
SM
MD
LG