Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Nû yê Brîtanyayê Dibêje Ewê Telefonî Trump û Zelenskyy Bike

Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Andy Burnham
Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Andy Burnham

Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Andy Burnham îro Duşemê got ku ewê di destpêêka karê xwe de telefonî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bike.

Burnham ê ku îro bi fermî dest bi kar kir û ket cihê Keir Starmer, dema jê pirsîn ka ewê pêşî peywendîyê bi kê re deyne, wî got ku Serok Trump û Serok Zelenskyy wê di nav kesên pêşîn de bin ku ewê telefonî wan bike.

Wî herwiha got ku ewê ji Zelensky re eşkere bike ku ewê "sedî sed" piştgirîya Serokê Ukraynayê bike, wekî Serokwezîrê berê Keir Starmer kiribû.

Burnham dibe serokwezîrê heftan di nava deh salan de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG