Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatîyekî Tirk bi Tawana Alîkarîya Hemasê li Brîtanyayê Hat Girtin

Dîmenek ji Londonê.
Dîmenek ji Londonê.

Welatîyekî Tirk roja Înê li Brîtanyayê bi tawana plana veguhestina pere û alavan ji bû rêxistina Hemasê ya Filîstînî hate girtin.

Li gor lista tawanan a Nûnerên Dozgerîya Giştî ya Amerêka, Mehmet Yusuf Hesna yê 45 salî û ji Stanbolê, posta xwe ya bilind di “Rêxistineke mirovî ya cîhanî ya sexte” de bikar anîye ji bo alîkarîya Hemasê.

Jimmy McDonald, Dozgerê Federal li devera Manhattan a New Yorkê, got ku Hesna ji nêz ve ligel rêveberîya bilind a Hemasê kar kiriye û di bin navê alîkarîya mirovî de alav, xwarin û pere gihandine Hemasê.

Hesna hîn li Brîtanyayê di girtîgehê de ye heta ku pêngavên radestkirina wî bo Amerîkayê werin qedandin.

Amerîka, Hemas wekî rêxistineke terorîst a biyanî dibîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG