Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantoya Brîtanya Peymana Brexitê Cara Sêyan Red Kir


Parlamantoya Brîtanya peymana veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa (YE), ku bi navê Brexitê tê zanîn, li hember 286 dengan bi 344 dengan red kir.

Bi vî awayî Brexit cara sêyan di Parlamantoya Brîtanya de hat red kirin.

Berê di meha Rêbendanê de bi ferqeke 230 dengan, dîsa di Adarê de jî bi ferqeke 149 peyman red bûbû.

Bernivîsa îro Înê hat red kirin, li ser bidawîkirina gera serbest, avakirina ‘’herêma gumrukê’’ ya di navbera Brîtanya û YE’ê de bû.

Herwiha li gor bernivîsê, piştî veqetîna ji YE’ê bo qonaxa derbazbûnê 21 mehan dihat çaverê kirin.

Di her du dengdanên borî de deklarasyona ser peywendîya sîyasî ya Brîtanya û YE’ê jî hebû, di bernivîsa dawî ya wê deklarasyonê de cîh negirt.

XS
SM
MD
LG