Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje Hêzên Wê Meha Borî li Îraqê li Çekdarên DAIŞ'ê Xistin


Serokwezîrê Brîtanî Johnson li pêş firokeke Typhoon xuya dibe (Arşîv)
Serokwezîrê Brîtanî Johnson li pêş firokeke Typhoon xuya dibe (Arşîv)

Wezareta Berevanî ya Brîtanî îro Pêncşemê ragihand ku firokên wê dijî çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Îraqê jimareke êrîşên esmanî pêk anîn.

Wezaretê da zanîn ku ew êrîş wek beşeke ji operasyona 10 rojan ya bi hêzên xwecîhî re kordînekirî, çêbûn.

“Di 22’yê Adarê de sê firokên Typhoon FGR4 yên şerker êrîş birin ser çekdarên DAIŞ’ê ku li şikeftên çîyayên Mexmurê xwe vedişartin.

“Hêzên Îraqî çekdarên DAIŞê ji wê herêma Mexmurê paqij kirin û firokên Hêza Esmanî ya Qiralîyetê (RAF) û firokeke din ya koalisyonê bi êrîşên esmaî piştgirî da hêzên xwecîhî,” wezaretê got.

Wezîrê Berevanî yê Brîtanî Ben Wallace jî got ku hêzên çekdar yên Brîtanî li kelêka hêzên Îraqî û yên Koalîsyonê şerê dijî terorîstên DAIŞ’ê didomînin.

XS
SM
MD
LG