Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karmendekî Konsulxeneya Brîtanya li Hong Kongê li Çînê Hat Girtin


Wezareta Derve ya Brîtanya bi tundî xema xwe dîyar dike ku karmendekî wê yê li konsulxaneya Hong Kongê li Çînê hat desteser kirin.

Malpera nûçeyan ya xwecîhî HK01 ragihand ku karmendê deteserkirî Simon Cheng, ku di 9ê Tebaxê de jibo civîneke fermî çûbû bajarê Shenzhen hîn venegerîya malê.

Wezaretê ragihand ku ew hewil dide ku ji karbidestên Çînê pirtir agahî li ser rewişa Cheng bizane û di heman demê de piştgirî dide malbata wî.

Hong Kong, ew du meh in ku bûye qada xwepêşandanên girseyî yên dijî desthilata Çînê.

Hikûmeta Çînê gelek hêrs bûbû ku Wezîrê Derve yê Brîtanî Dominic Raab roja Înê bi telefonê ligel rêbera Hong Kongê Carrie Lam Friday peyîvîbû.

“Divê Brîtanî dawî li hemî kiryarên xwe yên mayteker bînin û tev li karên navxweyî yên Hong Kongê û Çînê nebin," Wezareta Derve ya Çînê di daxuyanîyeke nivîskî de hişyarî dabû.

XS
SM
MD
LG