Wezîrê Derve yê Brîtanya Philip Hammond îro Sêşemê ragihand, Brîtanya bawer dike di navbera 10 hezar heta 13 hezar çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Îraqê çalak in.
Ji bilî DAIŞ û Cebhet el Nusra, Hammond got ku ew bawer dike dora 80 hezar şervanên opozisyonê li Sûrîyê hene.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ev texmîn li pêş qanûndanerên welatê xwe eşkere kir.
Hammond bi berdwamî got, ev jimare yên herî dawî ne ku giheştine destên wî.