Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya bi Buhayê Yek Mîlyar Dolar Çek Firotine Tirkîyê


Malpera Middle East Eye di raporteke xwe de radigihîne ku hikûmeta Britanî ji hewila darbeya têkçûyî ya 2016'an vir ve, bi buhayê pirtir jî yek mîlyar dolaran çek firotine Tirkîyê.

Tevî hebûna fikarên ser rewşa mafê mirovan, tepeserkirina cudabîran û hebûna rewşa awarte, Tirkîye wek bazara serekî ya sîlahên Britanî maye.

Di nav çekên ku bi 667 mîlyon dolaran hatine firotin de, alavên pêzanîn elektronîk, maşîneyên zirxîn, çekên sivik, cebilxane, roket, dron, firok û helîkopter hene.

Herwiha, peymeneke bi buhayê 135 mîlyon dolaran bi kompanya BAE Systems hatiye girêdan ku Tirkîyê ser daxwaza Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bikaribe firokeke şerker ya Tirkî ava bike.

Parlamanterê Brîtanî Lloyd Russell-Moyle, ku berî demeke kin çûbû Rojava, bal dikşîne ku firotina çekan ji Tirkîyê re zêde bûye.

"Tevî ku Tirkîye di nav xwe de bi berdewamî bûye dewleteke otorîter û li derve jî êrîşkarîya xwe zêde kiriye, hikûmeta Brîtanî hîn jî bi awayekê berfireh çekan difroşe Tirkîyê."

XS
SM
MD
LG