Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cameron: Divê Brîtanya Alîkarîya Hevalbendên Herî Nêzîk Amerîka û Fransa Bike


Hevalbendên Rojavayî, piştî êrîşên terorîstî yên Parîsê, hewlên xwe zêde dikin ku koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞê firehtir bikin.

Serokwezîrê Britanî David Cameron îro Pêncşemê di axaftina xwe ya parlemanê de bang Ii qaûndanêran kir ku dive Brîtanya di demeke zû de dest bi êrîşên esmanî li dijî DAIŞê bike.

Cameron di axaftina xwe de got ku “eger ne niha, kengî?”

"Divê em nehêlin ku DAIŞ ji xwe re li Sûrîyê herêmên bin kontrola xwe ava bike. Çi qas em rê bidin ku DAIŞ li Sûrîyê xurttir be, gefa wê jî ewqas mezintir dibe.”

Cameron got ku ne tiştekî rast e ku Brîtanya ewlehîya xwe ji welatên din re bihêle.

Wî da zanîn ku Serokê Amerîka Barack Obama û Serokê Fransî Francois Hollande daxwaz li Londonê kir ku di koalîsyona dijî DAIŞê de cîh bigire.

“Ev hevalbendên me yên herî nêzîk in û alîkarîya me dixwazin,” Cameron bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG