Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku şerê li derdora bajarê Bakhmut yê li rojhilata Ukryan hîn germ e.
Zelenskyy ti nîşan neda ku bajar di dawîyê de ketiye destê koma Wagner ya Rûsî.
Rêberê Wagnerê Yevgeny Prigozhin dîyar kir ku leşkerên wî ala Rûsî li avahîya rêvebirîya bajêr bilind kirine.
‘’Ji hêla qanûnî ve Bakhmut hatiye girtin. Dijmin li deverên rojava kom bûye.’’ Prigozhin doh Yekşemê got.
Lê ji karbidestên Ukrayna ti nîşan tune ku Bakhmut ketiye destên Rûsya yan na, ku berî êrîşa Rûsya ya salek berê destpê kir bû 70,000 kes têde bûn.
Artêşa Ukrayna îro Duşemê ragihand ku li Avdiivka, Bakhmut û çend bajarên din şer didome.
Wê artêşê dîyar kir ku Rûsya êrîşên xwe didomîne, lê parêzvanên wan bi qehremanî berevanîya bajêr dikin.
Zelenskyy do Yekşemê spasîya wan leşkeran kir ku li Avdiivka, Maryinka û Bakhmutê şer dikin.
Cîgira Wezîra Berevanî ya Ukrayna Hanna Mailar jî dîyar kir ku hêzên Ukrayna çeperên xwe diparêzin û ziyanan didin hêzên Rûsî.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku wê nekarîye agahîyên ser Bakhmutê bi awayekî serixwe piştrast bike.
Jêder: Reuters