Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

6 Leşkerên Ukraynî di Ketina Helîkopterekê de Hatine Kuştin


Karbidestên Ukrayna îro Pêncşemê ragihand ku 6 leşkerên Ukrayna jiber ketina du helîkopteran de jîyanên xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku qeza roja Sêşemê dema ku du helîkopterên leşkerî yên Mi-8 di erka şer de, li devera Kramatorsk ya herêma Donetsk ya rojhilatê ketine de ketin xwarê.

"Du helîkopterên leşkerî yên Mi-8 di dema mîsyona şer de ketin xwarê. 6 serbazên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê mirin," Sazîya Lêpirsînê ya Ukrayna di daxuyanîyekê de got.

Sazîyê herwiha dîyar kir ku pisporên wê ser egera binpêkirinên ewlehîyê di dema firînê de an jî di amadekirina firînê de, lêkolînê dikin.

XS
SM
MD
LG