Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Vyacheslav Shapovalov îro Sêşemê karvekişîna xwe ragihand.
Shapovalov, ku berpirsê xwarin û kelûpelên leşkeran e, dîyar kir ku ew jiber tawanbarkirinên di medyayê de ji kar vekişîye.
Medya, Sahpolav bi dizî û perexwarinê tawanbar dike, lê ew û wezaret dibêjin ew sûcdarkirin bê bingeh in.
Wezareta Berevanî ya Ukrayna ser karvekişîna Shapovalov li ser malpera xwe daxuyanîyek weşand.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku karvekişîna Shapovalov karekî hêja ye ku dê bibe alîkar ku bawerî bi wezaretê bimîne.
Jêder: AFP