Ofîsa Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bi daxuyanîyekê ragihand ku Kîev û Yekîtîya Ewrupa (YE) wê bi hev re hilcivînekê çêkin.
Hilcivîn wê di 3’yê Sibatê de li Kîevê çêbe û karbidestên Ewrupî û Ukraynî wê ser piştgirîya diravî û leşkerî ya bo Kîevê biaxifin.
Li gor daxuyanîyê, Zelenskyy bi Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen re ser hilcivînê û hûrgilîyên wê axifîye.
Parlamana Ewrupa meha borî bo Ukraynayê paketeke alîkarîyê ya 18 mîlyar euroyî pejirandibû.
Zelenskyy û Von der Leyen ser vê paketê jî peyivîne.
Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî di şerê Rûsya û Ukrayna de pişrgtirîya Kîevê dikin û dibêjin ku têkçûna Rûsya di berjewendîya wan de ye.
Rûsya, Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî bi gurkirina girjîyê tawanbar dike û dîyar dike ku ew jî di şerî de dikarin bibin armanca Moskowê.
Jêder: AFP