Karbidestên Ukraynî îro Pêncşemê ragihand ku firokeke F-16 ya Ukrayna roja Duşemê kete xarê.
Serfermandarîya artêşa Ukrayna jî li rûpela xwe ya ser Faceboojê ragihand ku dema F16 nêzîkî armanceke Rûsî dibû, kete xwarê û pîlotê wê jî jîyana xwe ji dest da.
Lê, artêşa Ukraynî zelal nekir ku sedema ketina firokê çi ye û bûyer şaşîyeke pîlot e yan kêşeyeke mekanîkî ye.
Karbidestekî Amerîkî ji demeke zûtir ya îro Reutersê re gotibû ku firokeke F-16 ya artêşa Ukraynî Duşemê ketibû xarê.
Lê, wî karbidestî gotibû ku bûyer ne jiber êrîşeke hêzên Rûsî çêbûye.
Ukrayna rahihandibû ku Rûsya roja Duşemê bi muşek û dronan êrîşeke berfireh biriye ser welêt û pêr Sêşemê jî dîsa êrîşên mezin çêbûne.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Sêşemê gotibû wan jibo pûçkirina êrîşên roja Duşemê firokên F-16 xebitandine û encamên baş bi dest xwe xistine.
Zelenskyy di 5’ê Tebaxê de ragihandibû ku Ukrayna jibo operasyonên li nav welêt dest bi firandina firokên F-16 kiriye.
Jêder: Reuters