Karbidestên Ukraynî îro Pêncşemê radigihînin ku 13 zarokên Ukraynî yên li Rûsya û axên bin dagirkerîya Moskowê, bi hevkarîya Qatarê vegerîne welêt.
Berdevikê Serokomarîya Ukrayna Andry Yermak ji Telegramê got ku li welêt pêşwazîya zarokan kirine.
Ajansa nûçeyan ya TASS ya Rûsya do Çarşemê ragihand ku Moskowê 6 zarokên ji 6 heta 17 salî teslîm kirine.
Komîserê Mafên Mirovan yê Ukrayna Dmytro Lubinets 7 zarok jî ji axên di bin dagirkerîya Rûsya de hatine vegerandin.
Kîev dibêje ku bi qasî 20,000 zarok bê ku erêkirina dê û bavên wan yan jî parêzvanên hebin ji Ukrayna birine Rûsya yan jî axên di bin dagirkerîya Moskowê de.
Karbidestên Kîevê ser vê rewşê dibêje li gor peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) komkujî ye û sûcê şer e.
Moskow jî dîyar dike ku ew li herêma şer berevanîya zarokên bê xwedî dike.
Dadgeha Cezayan ya Navneteweyî jibo Serokê Rûsya Vladimir Putin û Ombdusmana Zarokan Maria Lvova-Belova jiber sûcên ser revandina zarokên Ukraynî fermana girtinê da, lê Kremlîn îdiayan red dike.
Ukrayna, Tîrmeha 2023’an ji Qatarê xwest ku jibo sitandina zarokan navbeynkarîyê bike û wê jî qebûl kir.
Zarokên pêşî bi navbeynkarîya Qatarê, Cotmeha 2023’yan vegerîn Ukrayna.
Jêder: Reuters