Ukrayna îro Sêşemê pêşnîyar kir ku ew beramber garantîyên ewlehîyê di civîna bi Rûsya re li Tirkîyê, ew dikarin statuya bêalîbûnê bipejirînin.
Danûstanderê serekî yê Ukraynî Oleksander Chaly got ku wateya bêalîbûnê ew e ku Ukrayna wê nekeve ti hevbendîyan û mêvandarîya bingehên leşkerî yên hêzên bîyanî neke.
"Ger em bikanin van xalên girîng bînin jîyanê, ku ew ji me re pir girîng in, wê çaxê em dikarin wek welatekî bê girêdan û nê navokî msofer bikin û hetahetayî bêalî bimînin,” Chaly got.
Cara yekê ye ku Ukrayna bi vî awayî pêşnîyarên vekirî ji bîragiştî re dike û ji NATO dixwaze ku li ser bingeha xala 5an ya berevanîya hevbeş garantîya ewlehîyê bide wê.
Ukrayna pêşnîyar dike ku Polonya, Îsraîl, Tirkîye û Kanada dikarin bibin dewletên garantor.