Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Wê 18 Dronên Rûsya Xistine


Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku sîstemên wê yên berevanîya esmên bi şev 18 dronên Rûsya xistine xwarê.

Li gor ragihandina hêzên esmên yên Ukrayna, Rûsya 22 dron firandine û 18 ji wan li ser Odesa hatine pûç kirin.

Walîyê Odesa Oleh Kiper dîyar kir ku di êrîşan de ti kes birîndar nebûye.

Kiper ji Telegramê ragihand ku di êrîşên dawî de jimareke mezin ya avahîyan zarar dîtine.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku karbidestên Ukraynî dizanin ku ‘’plana nû’’ ya Rûsya çi ye û ewê dijî wê planê li ber xwe bidin.

Zelenskyy ew gotin piştî hin civînên bi karbidestên payabilind yên leşker kir.

Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Rustem Umerov jî roja Duşemê bi hevtayê xwe yê Amerîkî Lloyd Austin re bi rêka telefonê ser rewişa dawî peyivî.

Pentagonê ragihand ku Austin ji Umerov re piştgirîya Amerîka û hevbendên din yên jibo Ukrayna dubare kiriye.

Austin û Umerov li hev kirin kirin Ukrayna hewcedar e ku Kongres piştgirîya nû ya jibo Kîevê demûdest bipejirîne.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG