Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya Êrîşên bi Dron û Muşekan Didomîne


Artêşa Ukrayna îro Duşemê ragihand ku hêzên Rûsî bi şev bi 7 dron û 3 muşekan êrîş birine ser axên wê.

Li gor ragihandina artêşê, hemî êrîş li Odesa ya li başûrê Ukrayna li dar ketine û sîstemên berevanîya esmên 5 dron xistine xwarê.

Walîyê herêma Odesa Oleh Kiper ji Telegramê ragihand ku êrîşan zarar dane avahîyên depoyan û alavên çandinîyê.

Kiper dîyar kir ku di êrîşan de ti kes birîndar nebûye.

Êrîşên dawî li vê demê rast tên ku Civata Senatoran ya Amerîka li ber e ku paketa alîkarî ya 60 mîlyar dolarî ya jibo Ukrayna bipejirîne.

Paketa bi piştgirîya Serok Joe Biden li Civata Nûneran ya Amerîka hat qebûl kirin.

Serokê Ukrayna Volodymr Zelenskyy do Yekşemê bi şev dîyar kir ku di paketê de gelek alîkarî hene ku leşkerên li enîyan li hêvîyê ne.

Zelenskyy dîyar kir ku piştî paketa alîkarî hat erê kirin divê ew di dema herî kin de bigihije destên yekîneyên Ukraynî.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG