Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Wê Rê li Ber Pêşdeçûna Leşkerên Rûs Girtiye


Cîgira Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Hanna Malyar dîyar kir ku leşkerên Ukraynî rê li ber pêşdeçûna hêzên Rûsya girtine.

Hanna di kanala dewleta Ukrayna de da zanîn ku hêzên Rûsya jiber nebûna xwarin, sotemenî û ragihandinê ketine rewişeke dijwar.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî dîyar kir ku şîyana berevanîya artêşa welêt ji ya ku Rûsya li bendê bûye çêtir derketiye.

Zelenskyy da zanîn ku Rûsya nizane ku artêşa Ukrayna çawa hazirîya bersîvdana êrîşan dike.

Îstixbarata Brîtanya jî do Pêncşemê dabû zanîn ku dagirkerîya Rûsya li hemî enîyan asê maye û dîyar kiribû ku hêzên wî welatî di rojên dawî de bi giranî têk diçe.

XS
SM
MD
LG