Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna: Bê Berevanîya Esmanî ya Xurttir Wê Zivistanê Enerjî Wê Têr Neke


Wezîrê enerjîyê yê Ukrayna German Galushchenko
Wezîrê enerjîyê yê Ukrayna German Galushchenko

Wezîrê enerjîyê yê Ukrayna îro Pencşemê ragihand ku jibo welatî xurtkirina berevanîya esmanî pêdivî ye, da ku binesaziya enerjîyê were nûve kirin ku jiber êrîşên Rûsî wêran bûne.

Wezîr German Galushchenko bal kişand ku ger binesaziya enerjîyê nûve neyê kirin, Ukrayna zivistanê pir dijwar derbaz bike.

Galushchenko got ku Rûsya êrîşên xwe yên ser sîstemên elektrîkê zêde dike ku nûvekirin pir zahmet dibe û di peydakirinan de astengî çêdibin.

Rûsan êrîşên mûşekî û dronan, ser binesazîya enerjî ya Ukrayna ji Adarê vir ve zêde kirine, nîvê kapasîteya hilberînê qut bûye, ku jiber şewat derdikevin.

"Pênç meh mane ku zivistan biqede. Ger em niha nikaribin xwe biparêzin..em nûvekirinê bikin. Tenê ji sedî 50 kapasîte têr nake ku em zivistanê derbaz bikin," Galushchenko ji Reutersê re got.

Zivistan dema ku li Ukrayna daxwaziya enerjiyê herî zêde ye, jiber ku germahî dadikeve bin sifirê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG