Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Xebatkarên Avdiivka ji Bajêr Derdixîne


Karbidestên Ukraynî îro Duşemê ragihand ku xebatkarên şaredarîya bajarokê Avdiivka yê li rojhilata Ukrayna ji herêmê têne derxistin.

Serokê Rêvebirîya Avdiivka Vitalli Barabash derxistina xebatkarên şaredarîyê ji medya civakî ragihand.

‘’Şerm e ku meriv qebûl bike, lê Avdiivka her ku diçe bêtir dişibe dîmeneke ji fîlmên post-apokalîptîk.’’

Barabash got ku jiber rewişa şer ew neçar mane ku biryarê bidin ku xebatkaran derxin.

Wî dîyar kir ku xebatkarên şaredarîyê dikirin ku Avdiivka pak û zindî bimîne.

Hêzên Rûsî ev çend meh in bo girtina tevahîya herêma Donetskê şer dikin û taybetî li dora Bakhmutê şerê hêzên Rûsî û Ukraynî gur bûye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG