Leşkerên Ukraynayê ku rahênanên dawiya hefteyê li nêzî bajarokê piçûk ê Siverskê, li rojhilatê welat pêk tînin, got ku ew xwe amade dikin ku yek ji armancên êrîşeke nû ya Rûsyayê biparêzin.
Hejmara rûniştvanên Siversk berî şer 10,000 bû, ew 35 kîlometreyan li bakurê Baxmutê ye û meydana şerên dijwar e di hefteyên dawî de. Ew li ser rêyek rasterast ya bajarekî din ê sereke yê herêma Donetsk, Slovianskê ye.
Cîgirê fermandarê tabûra Siversk got, "Eger ew Baxmut dagîr bikin, em ê nîv dorpêçkirî bimînin, ji ber ku li aliyê çepê çemê Siverskyi Donets heye û dijmin dê ji aliyê rastê ve bi pêş ve biçe, û heke ew riya Baxmutê bibirin, dibe ku rê li me digrin."
Hêzên Ukrayna bang li hevalbendên rojavayî yên Kyivê kir ku çekên pêşketîtir bidin ji bo parastina Baxmut, ku ji aliyê koma çeteyên Wagner a Rûsyayê ve tê êrîşkirin.
Leşkerekî ku Siversk diparêze got ku topên wan ên piranîya serdema Sovyetê ji hêla dijmin ve hatine gulebaran kirin. Stefan ê 30 salî got: "Ji aliyê me ve êrîşek topavêj heye û Rûs dikarin pênc qatan zêdetir bikin."
Girtina Baxmut dê ji hêzên Rûsî re gavekê bide ku li du bajarên mezin ên li rojava, Kramatorsk û Slovianskê pêşve biçin.
Lê Ukrayna û hevalbendên wê yên rojavayî dibêjin ku serkeftin dê ji bo Moskoyê bi piranî serkeftinek dijwar be, eger em bidin beçavan dema pêwîst û ziyanên ku Rûsan dîtine.
Çavkanî: Reuters