Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalên Ukraynî Dibêjin Ewê Berevanîya Bakhmutê Bidomînin


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê bi generalên payabilind re ser rewşa Bakhmut ya dorpêçkirî danûstandin kir.

Du generalên payebilind piştgirî dan domandina parastina bajarê Bakhmut yê li rojhilata Ukrayna.

Generalên bi navê Vaeriy Zaluzhnyi û Oleksandr Syrskyi dîyar kirin ku wan ser berdewamîya operasyona berevanîyê li hev kiriye.

Wan got ku ewê hêzên xwe yên li Bakhmutê xurt bikin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin jî li Urdunê ser rewşa Bakhmutê axifî.

Austin dîyar kir ku ketina Bakhmutê nayê wê wateyê ku hêzên Rûsî di şer de pêşve çûne.

Şerê Rûsya û Ukrayna par di meha Sibatê de destpê kiribû.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG