Jêderên Rûsî û Ukraynî îro Duşemê radigihînin ku şerê li Bakhmut ya li rojhilata Ukrayna gur dibe.
Her du alî ji çend mehan vir ve bo kontrola Bakhmutê şer dikin.
Artêşa Ukrayna ragihand ku ew bo hewilên Rûsya yên bo girtina bajêr paşve bixe top, tank û çekên din bi kar tîne.
Wezareta Berevanî ya Brîtanya di rojên dawî de dîyar dike ku hêzên Wagner, ku komeke paramîlîter ya Rûsya ye, piranîya rojhilata Bakhmutê kontrol dike.
Li gor wê wezaretê, hêla rojava ya Bakhmutê di bi kontrola hêzên Ukraynî de ye.
Rêberê Wagnerê Yevgeny Prigozhin do Yekşemê dîyar kir ku rewişa li Bakhmutê pir dijwar e û hêzên wan nêzî navenda bajêr dibin şer girantir dibin.
Rûsya, Bakhmutê wek beşeke serekî ya armanca xwe ya li herêma Donbasê dibîne.
Jêder: VOA