Ukrayna îro Înê ragihand ku Rûsya hemû hêza xwe daye ser girtina Bakhmut yê li rojhilata welêt.
Kîevê ser rewişa li Bakhmutê got ku dijwar e, lê dîyar ku tevî ku hêzên Rûsî bi hejmara zêde ne jî ew hezên Ukraynî li ber xwe didin.
Berdevkê Fermandarîya Leşkerî ya Rojhilat Serhiy Cherewatyi dîyar kir ku wan nîyeta Rûsya fehm kiriye.
Cherewatyi got ku her çiqas Moskow li hin cîhên Bakhmutê taktîkî bi ser ketiye jî wê bedelên giran dane.
Wezareta Berevanî ya Brîtanya jî îro Înê ragihand ku hêzên Rûsî rojavayê Çemê Bakhmutkayê girtine.
Li gor wê wezaretê, îhtîmaleke mezin e ku hêzên Rûsî ber bi navenda Bakhmutê ve pêşve diçin.
Jêder: Reuters, AFP