Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Rûsî li Dora Bakhmutê Têk Diçin


Wezareta Berevanî ya Ukrayna ragihand ku hêzên wê hin cîhên li dora Bakhmutê jinûve bi dest xistine.

Hêzên Rûsî piştî pevçûnên demdirêj bajarê Bakhmut yê li rojhilata Ukrayna xistibûn bin kontrola xwe.

Cîgira Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Ganna Malyar ji Telegramê ragihand ku bi operasyonên taktîkî li dora Bakhmutê 7 kîlometrekare ketiye destê hêzên Ukraynî.

Ukrayna meha borî dest bi operasyonên dijî hêzên Rûsî kiribû.

Kîev ji Amerîka û hevbendên din dixwaze ku jibo pêşvebirina operasyonan çekên dûravêj bide hêzên Ukraynî.

Bakhmut, ku berî şer nifûsa wê 70,000 bû, bi şerabê xwe dihat zanîn ku ew bajar bû yek ji navendên şerên giran yên cîhanê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG