Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Ukrayna jibo Wezareta Berevanî 3 Cîgirên Nû Erkdar Dike


Hikûmeta Ukrayna piştî erkdarkirina wezîrê nû yê berevanîyê jibo wî 3 cîgirên nû erkdar kirin.

6 cîgirên wezîrên berevanî di rojên borî de ji kar hatibûn dûr xistin.

Rustem Umerov 3 hefteyên berê wek wezîrê berevanî dest bi kar kir.

Umerov dîyar kiribû ku ewê peywendîyên hêzên Ukraynî xurt bikin, zêdetir qîmetê bidin leşkeran û dijî perexwarinê tevbigerin.

Wî ser erkdarkirina cîgirên nû dîyar kir ku leşker dê guherînê his bikin.

Cîgirên nû, Yuriy Dzhhyhyr, Natalia Kalmykova û Kateryna Chernohorenko ne.

Umerov ser cîgirên nû got ku berpirsîya wan ya serkî rûmet û saxlemî û jîyana leşkeran e.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG