Kremlînê roja Şemiyê got ku ew rê nade rojnamevanên ji "welatên nedost" ku beşdarî Foruma Aborî ya Navnetewî ya li St. Petersburgê (SPIEF) bibin, ya ku Serok Vladimir Putin bikar anîbû da ku aboriya Rûsyayê nîşa weberhênerên cîhanî bide.
Foruma li St. Petersburgê, paytexta Împaratoriya Rûsyayê ya berê bû ya ku ji hêla Tsar Pete hatî çêkirin, berî 300 salan wekî "pencereyek" ber bi Ewropayê ve dihat bikaranîn, ji sala 1997ê ve tê lidarxistin.
Rojnamevanên Rojavayî çi caran bi vî rengî nehatibûne qedexekirin ku başdarî forumê bibin. Peyvdarê Kremlînê Dmitriy Peskov ji Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê TASSê re got, "Bi rastî vê carê biryar hat dan ku weşanên ji welatên nedost beşdarî SPIEF nebin ."
Peskov got, "hezeke mezin li ser SPIEF heye hemû rojnamevanên din dê kar li ser vê bûyerê bikin. Lê "Welatên nedost", pênaseyeke ku Mosko bikar tîne, li ser wan welatan yên ku ceza danîne ser Rûsya ji ber şerê li Ukraynayê
Ofîsa ajansa Reutersê ya li Moskoyê ji hêla rêkxerên forumê ve roja Îniyê hate ragihandin ku destûrdayîna amadebûnê ji bo rojnamevanên wê hate rawestandin piştî ku roja Pêncşemê destûr wergirtî ku başdar bibe.
Dema ku Rûsya di geşekirinê de bû li salên 2000an, dewlemendên mezin ên rojavayî û balkên weberhêner berev forumê di cûn, di dehsala yekem a desthilatdariya Putin de li tiştekî di gerya ku têdê geşe bikin.
Di van salên dawî de, berjewedîyên Rojavayî ber bi weberhênerên Çînî û Ereb ve hatin guhertin. Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî Prens Ebdulezîz bin Selman, sala bûrî di forumê de hevdîtin bi alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Alexander Novak re kiribû.
Putin, ku endamê berê yê KGB û xelkê bajarê St Petersburgê ye, got ku Rûsya berê xwe dide Çînê û hêzên Asyayê ji ber ku Rojava şerekî ku ew dibêje şerekî aborî û li dijî Rûsyayê derxistiye ku armanc jê perçekirina Rûsya ye.
Di sala 2021ê de, Putin di forumê de got ku "bûyer û forumên weha yên mezin bi rastî mirovên welatên cihê nêzîkî hevdû dikin."
Pûtîn got, "Rûsya dê van hevdîtinan ta zortirîn ast hêsan bike, û bi heman şêwe de hêsankarîyan di parvekirina ezmûnan û nîşandana destkeftiyên bingehîn ên di warê zanist û teknolojiyê bike."
Foruma îsal wê di 14-17ê Hezîranê de were lidarxistin.
Çavkanî: Reuters