Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Kîevê Dibêjin Ew Ketine Bajarê Kupiansk Li Rojhilatê Ukraynayê


Hêzên Ukrayna roja Şemiyê got ku ew ketine bajarokê Kupiansk li rojhilatê Ukrayna, ku navendeke sereke ya dabînkirinê ye û ji çend mehan ve di destê hêzên Rûsî yên dagîrker de bû.

Artêşa Kîevê di van rojên dawî de ber bi rojhilatê welatî ve kûrtir diçin, û hêzên Rûsî di êrîşeke dijber de paşxistine ku karbidest dibêjin dora 30 bajarok û gundên li bakurê rojhilata Xarkovê hatine rizgarkirin.

Hêzên taybet ên Ukraynayê li ser medyaya civakî dîmen weşandin, ku ew dibêjin efserên wan "li Kupianskê" nîşan didin.

Daxuyanîyê got bajar "Ukraynî bû û dê herdem Ukraynî bimîne".

Girtina bi tevahî ya Kupiansk ji alîyê hêzên Ukrayna ve dê bo Moskowê pirsgirêkek cidî çêbike ji ber ku bajarok li ser riyên dabînkirinê ye ber bi hêzên din yên Rûsî ve li eniya rojhilatê.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG