Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Wê Di Li Kargeheke Mezin A Pola Ya Rûsyayê Xist


Dronên Ukraynayê bi şev li kargeheke mezin a pola ya Rûsî xist, û bû sedema agirekî mezin, di salvegera duyemîn a dagîrkirina berfireh a Rûsyayê bo Ukraynayê de, jêderekê Kyiv roja Şemiyê got.

Waliyê herêma Lipetsk a Rûsyayê destnîşan kir ku sentrala li bajarê Lipetsk, 400 km (250 mîl) li bakurê sînorê Ukraynayê ye, ku 18% ji polaya Rûsyayê berhem tîne.

Wî got agirê ku xuya ye ji ber lêdana dronê derketibû, li kargeha ku ji hêla çêkera pola ya rûsî Novolipetsk (NLMK) ve tê xebitandin, hat vemirandin û ti ziyanên canî çênebûn.

Çavkaniya Ukraynayê ji Reutersê re got ku êrîş, operasyona hevpar a îstîxbarata leşkerî ya GUR û servîsa ewlehiyê ya SBU, bû sedema şewateke mezin û karmend hatin derxistin.

Êrîşên balafirên bêpîlot ên Ukraynayê li ser armancên leşkerî û pîşesazî yên Rûsî di mehên dawî de pir zêde bûne, nemaze lêdana bingehên neftê yên ku Kyiv dibêje ji bo hewildana şer a Rûsyayê girîng in, lê çavkaniyên Ukraynayê berê berpirsiyariya êrîşa li ser kargeheke pola negirtibû ser milê xwe.

Rayedarên Rûsî ragihand ku bi şev dronên Ukraynayê li ser herêmên Lipetsk, Kursk û Tulayê hatine xistin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG