Ukrayna roja Şemiyê got wê bi hezaran leşkerên Rûsî li derdora bajarokê Lyman li rojhilat di meydana şer de dorpêç kirine, rojek piştî ku Kremlinê herêm wekî beşek ji Rûsyayê ragihand.
Dorpêçkirina Lyman dê ji bo Rûsyayê bibe şikestineke mezin piştî ku serok Vladîmîr Pûtîn tevlîkirina herêma Donetsk, ligel sê herêmên din, roja Înê di merasîmekê de li Moskoyê ku ji hêla Kyiv û rojava ve wekî fêlbaziyek hate şermezarkirin, ragihand.
Rûsya 5,000 heta 5,500 leşkerên li Lyman hene, lê dibe ku hejmara wan kêmtir be ji ber kuştî û leşkerên ku hewl didin birevin, li gor peyvdarê hêzên rojhilatê Ukraynayê.
Peyvdar, Serhii Cherevatyi, li ser televizyonê got, "Koma Rûsîyan li devera Lyman dorpêçkirî ne."
Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê di cih de bersiv neda daxwaza şîroveyê.
Rûsyayê ji bo operasyonên xwe yên li bakurê herêma Donetskê, Lyman wekî navendeke lojîstîk û veguhestinê bikar anî. Ketina wê dê bibe mezintirîn destkeftiya Ukraynayê ji ber êrişeke nişkave ya meha borî li bakurê rojhilatê herêma Kharkiv.
Peyvdarê artêşa Ukraynayê got girtina Lyman dê rê bide Kyiv ku ber bi herêma Luhansk ve pêşve biçe, ku Mosko di destpêka Tîrmehê de girtina tam a wê piştî çend hefteyên pêşkeftinên hêdî û dijwar ragihand.
Wî got, "Lyman girîng e ji ber ku ew pêngava paşîn e ber bi azadkirina Donbasa Ukraynayê ve. Ew derfetek e ku em bêtir biçin Kremînna û Sievierodonetsk, û ji hêla psîkolojîk ve pir girîng e."
Cherewatyi got ku Operasyon li derdora Lyman hîna berdewam e û leşkerên Rûsî hewildanên neserkeftî dikin ji bo derketina ji dorpêçê.
Wî got,“Hinek teslîm dibin, gelek kuştî û birîndarên wan hene, lê hîn operasyon bi dawî nebûye. Hakimê Luhanskê yê li dersînorkirî yê Ukraynayê got ku hêzên Rûsî li derbasbûna ewle ya ji dorpêçê geriyane, lê Ukraynayê ev daxwaz red kir.
Pûtîn di merasîma roja Îniyê de herêmên Donbask ên Donetsk û Luhansk û herêmên başûrê Xerson û Zaporizhzhia wekî axa Rûsyayê ragihand, rûbereke ku 18% ji tevahiya ji tevahiya rûbera Ukraynayê ye.
Ukrayna û hevalbendên wê yên rojavayî ev gava Rûsyayê wekî neyasayî bi nav kir. Kyiv soz da ku rizgarkirina axa xwe ji hêzên Rûsî bidomîne û got heta ku Pûtîn wek serok bimîne ew ê bi Moskoyê re hevdîtinên aştiyê nekin.
Çavkanî: Reuters