Qesira Sipî ragihand ku Ukrayna nikare li Hilcivîna NATO ya hefteya pêş bibe endama hevpeymanîyê.
Li gor Qesira Sipî, tevî ku Ukrayna wê hefteya pêş nebe endama NATO jî, endamên hevpeymanîyê wê ser endamtîya pêkan ya Kîevê danûstandinê bikin.
Hilcivîna NATO ya hefteya pêş roja Sêşem û Çarşemê li Vilnus ya li Lîtvanya li dar dikeve.
Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî Jake Sullivan jî got ku ew hilcivîn jibo siberoja Ukrayna û beşdarîya wê ya li NATO girîng be.
Ukrayna ew demek e jibo endamtîya li NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) hewilên xwe didomîne.
Bi şerê Moskow û Kîevê re, Ukrayna, Swêd û Fînlandîya dest bi danûstandinên ser endamtîya li NATO kiribûn, lê heta niha bi tenê Fînlandîya ji hevpeymanîyê re hatiye pejirandin.