Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Ser Encama Operasyonên Dijî Rûsya Geşbîn E


Serokwezîrê Ukrayna Denys Shmyal îro Pêncşemê got ku ewê operasyonên wan yên dijî Rûsya demdirêj bin.

Shmyal li Konferansa Rizgarkirina Ukrayna ya li Londonê dîyar kir ku tevî ku operasyon wê demeke dirêj bidomin jî ew jibo serketinê geşbîn in.

‘’Emê bi awayekî jîr, operasyonên êrîşkar li dar xin loma jî operasyon hinek dirêj dikşînin. Em bawer dikin ku emê hemî axên xwe yên ketine destê hêzên Rûsî ji wan bistînin."

Shmyal dîyar kir ku ew di qonaxa nû de hin caran êrîşan dibin ser hêzên Rûsî hin caran jî taktîkên berevanîyê dimeşînin.

Hin pispor dibêjin ku operasyonên dawî yên Ukrayna dikarin zorê bidin Rûsya ku ew jibo danûstandinên aştîyê li maseyê rûne.

Şerê Rûsya û Ukrayna di Sibata 2022’yan destpê kir. Pevçûnên her du alîyan di demên dawî de jinûve gur bûne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG