Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kîev Dibêje, Mûşekên Rûsî Li Seranserê Ukraynayê Dixin


Mûşekên Rûsî roja Şemiyê li seranserê Ukraynayê bariyan ser navendên leşkerî li rojava û bakur û her wiha bajarokekê başûr dema ku mezintirîn pevçûna bejahî li Ewropayê ji dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn êreve kete meha xwe ya pêncemîn.

Karbidestekî Ukraynî roja Şemîyê got topbaran û êrîşên esmanî yên Rûsî roja Înê bajarokên Sievierodonetsk û Lysychansk li rojhilatê herêma Luhanskê topbaran kirine, û ketin nav kargeheke kîmyayî ku tê de bi sedan sivîl asê mabûn.

Ukraynayê roja Înê got leşkerên wan ferman wergirtîye ku xwe ji bajarê Sievierodonetsk vekişin ji ber ku gelek kêm tişt li wê derê mane ku berevaniyê bikin piştî çend heftîyên şerên dijwar, ku ew jî bo Ukraynayê paşveçûna herî mezin e piştî windakirina bendera Mariupol di meha Gulanê da.

Pêşketinên Rûsî yên herî dawî dîyar dike ku Mosko nêzîkî bi tevahî kontrolkirina Luhanskê bûye, ku ew yek ji armancên Putin bû û ew serkevtin rêyê xweş dike ku Lysychansk bibe armanca sereke ya din.

Li alîyê din ve Ukraynayê roja Şemiyê got ku Rûsya dixwaze ku hevalbendê xwe Belarusê bikşîne nav şerî, piştî ragihandina ku mûşekên li herêmeke sînorî ya li nêzîkî Kîevê xistî, ji axa Belarusyayê hatine havêtin.

Fermandariya leşkerî ya bakurê Ukraynayê di daxuyaniyekê de li ser Facebookê da zanîn ku, 20 roketên ji axa Belarusyayê û ji esmanê wê hatine havêtin gundê Desna li bakurê herêma Chernigiv kirine armanc.

XS
SM
MD
LG