Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hakimê Bryansk: Di Encama Topbarana Hêzên Ukraynayê De 4 Sivîl Hatin Kuştin


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Hakimê herêmî got 4 sivîl di encama topbarana hêzên Ukraynayê de li ser gundekî li ser sînor li herêma Bryansk ya Rûsyayê êvara Şemiyê mirin.

Hakim Alexander Bogomaz li ser Telegramê got, "4 sivîl hatin kuştin." Bogomaz da zanîn ku 2 welatiyên din jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Bogomaz beriya niha got ku avahiyek niştecihbûnê bi temamî hilweşiyaye û du xaniyên din jî rastî ziyanê hatine.

Bogomaz bûyer xistiye stûyê “neteweperestên Ukrayna”. Ukrayna hema hema qet bi eşkere berpirsiyariya êrîşên li hundurê Rûsyayê û li ser axa di bin kontrola Rûsyayê de li Ukraynayê negirtiye ser xwe.

Herdu alî jî red dikin ku di êrîşa Rûsyayê ya 14 mehan de li ser Ukraynayê sivîl kirine armanc.

Bogomaz wiha got: "Li cihê bûyerê xebatên rakirina wêraniyê û paqijkirina herêmê dewam dikin." "Li gund rewşa awarte hat ragihandin."

Herêma Bryansk a Rûsyayê bi Ukraynayê re hevsînor e. Gundê Suzemka yê ku bûyer lê qewimî bi qasî 10 kîlometreyan dûrî sînor e.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG