Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dibêje dê Destpêka Nîsanê Serdana Çînê Bike


Serokê Fransa Emmanuel Macron
Serokê Fransa Emmanuel Macron

Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Şemiyê ragihand ku ew dê di destpêka Nîsanê de serdana Çînê bike, û ji Pekînê xwest ku alîkar be ku fişarê li Rûsyayê bike da ku şerê li Ukraynayê bi dawî bike.

Macron rojek piştî ku Pekînê banga danûstandinên aştiyê yên lezgîn kirî û planek ji bo bidawîkirina pevçûna salekê berdewam eşkere kir, got: "Rastiya ku Çîn beşdarîyê di hewildanên aştiyê de dike tiştekî baş e".

Roja Înê, Çînê pêşniyarek ku ji 12 xalan pêk tê li ser pevçûnê belav kir ku tê de banga danûstandinên aştiyê yên lezgîn û çareseriya siyasî ji krîza Ukraynayê re dike.

Gelek hêzên rojavayî ev pêşniyar red kir û herwiha li hember têkiliyên nêzîk yên Pekînê bi Moskoyê re hişyarî dan.

Serokê Fransa di axaftina xwe de li aliyekî pêşangehek çandiniyê li Parîsê got ku aştî tenê wî demî dibe eger "Êrîşa Rûsyayê hat rawestandin, leşker vekişiyan, û rêz li serweriya axa Ukraynayê û gelê wê hat girtin."

hevdem digel salvegera yekem ya dagirkirina Rûsyayê bo li ser Ukraynayê, peyama Çînê ew e ku ji hemî aliyan daxwaza ku "piştgiriya Rûsya û Ukraynayê bikin da ku di heman alî de bixebitin û bi zûtirîn dem dest bi diyaloga rasterast bikin".

Her wiha dijberiya xwe diyar kir, ne tenê beramber bikaranîna çekên navokî, lê metirsiya bicihkirina wê, piştî ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin gef kirin ku dê cebilxaneya etomî ya Moskoyê di şer de bikar bîne.

Macron bang li Pekînê kir ku çekan nede Rûsyayê û daxwaza alîkarîyê ji Pekînê kir da ku fişarê li Rûsyayê bike ku ew qet çekên kîmyawî û navokî bikar neyinin û berî danûstandinan dest ji vê êrîşê berde".

Pekînê roja Şemiyê ragihandbû ku serokê Belarusî Alexander Lukashenko dê ji 28ê Sibatê heta 2ê Adarê serdana Çînê bike.

Lukashenko hevalbendê nêzîk yê Putin û Belarûs e, ku bi Ukrayna û Rûsyayê re hevsînor e, hişt ku Moskow axa wê bikar bîne da ku dest bi dagirkirina Ukraynayê bike.

Roja Înê, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got ku ew pilan dike ku hevdîtinekê lgel Xi Jinping bike û hêvî kir ku Çîn piştgirîyê bide "aştiyeke dadperwere".

Pekîn hewl da ku di şer de bêalî be û di heman demê de têkiliyên nêzîk bi hevalbenda stratejîk Rûsyayê re diparêze.

Roja Pêncşemê, Çîn di dengdana Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê alî ma, ku tê de daxwaz kirib ku Rûsya her zû û bê şert û merc leşkerên xwe ji Ukraynayê vekişîne.

Rûsya got ku ew hewildanên Pekînê ji bo çareserkirina kêşeyê dinirxîne lê her çareserî divê dan bi kontrola Kremlînê bête kirin li ser çar herêmên Ukraynayê.

Roja Înê, serokê Amerîka Joe Biden got çi belge nînin ku Çînê di şerê dijî Ukraynayê de çek pêşkêşî Rûsyayê kirine.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG