Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Bandora Şerê Rûsya Dijî Ukraynayê Liser Rojhelata Navîn


Piştî derbasbûna pitir ji 50 rojan biser şerê Rûsya dijî Ukraynayê lê hişta leşkerê Rûsya nekarîye armancên ku serok Vladimir Putin diyarkirin bicih bike.

Rûsya dixwest operasyoneka leşkerî ya demkurt be û rêgirîyê li tevlîbûna Ukrayanayê bo NATOyê bigre.

Derbasbûna 5 heftîyan biser êrîşa Rûsya û berxwedana Ukrayniyan Rûsya naçar kir dest ji hinek daxwazên xwe berde û li ser masa danûstandinan bicive.

Helbet evî şerî bandoreka mezin li ser rewşa aborîya cihanê kiriye, bi taybet liser çavkanîyên gaza Rûsya bo Ewrupayê.

Amerîk û welatên Ewrupa hewl didin çavkanîyên din li Rojhelata Navîn peyda bikin, lê hewlên heta niha zor serkeftî nebûn, ji ber ku Rûsya hebûneka xwe ya bihêz û peywendîyên xwe digel welatên Rojhilata Navên bi kar tîne, bi taybetî digel Tirkiyê û Sûrîye û Îranê.

Erê hevpeymanîya Amerîka û Ewrupa dikare dest ji gaza Rûsya berde? Aya Rojhilata Navîn dikare cihê Rûsya bigre di berhevkirina gazê bo Ewrupayê de?

Bandora şerê Rûsya dijî Ukraynayê çend mezine biser aboriya cîhanê û welatên hejar?

Bernameya Tîrêj li ser vê mijarê rawesta digel Dr. Elî Mîran mamostayê zanista siyasî li zaningeha Zaxoyê.

ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Tîrêj #150
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:39 0:00

XS
SM
MD
LG