Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna 35'emîn Salvegera Serxwebûna Xwe Pîroz Dike

Karbidestên Ewrupî bi Serokê Ûkrayna Volodymyr Zelenskyy re, berîya civîna Koalîsyona Dilxwazan li Kîevê, 24'ê Tebaxa 2026'an.
Karbidestên Ewrupî bi Serokê Ûkrayna Volodymyr Zelenskyy re, berîya civîna Koalîsyona Dilxwazan li Kîevê, 24'ê Tebaxa 2026'an.

Ukraynayê îro Duşemê bi beşdarîya jimareke karbidest û nûnerên Amerîkî û Ewrupî li Kîeva paytext salvegera 35’an ya serxwebûna xwe pîroz kir, di demeke ku şerê wê yê bi Rûsya re didome,

Cîgirê berê yê Serokê Amerîka Mike Pence, nûnerê berê yê taybet yê Amerîka yê Ukraynayê Keith Kellogg, senator Richard Blumenthal û James Lankford û herwiha jimareke karbidestên Ewrupî jî beşdarî merasîmên pîrozkirina salvegerê bûn.

Serokê welêt Volodymyr Zelenskyy got ku Ukrayna aştîyê dixwaze, lê wê ti axa xwe radestî Rûsyayê neke.

Zelenskyy bang li hevbendên Ukraynayê kir ku piştgirîya leşkerî, bi taybet jî sîstemên berevanîya esmanî, zêde bikin.

Brîtanyayê ragihand ku wê teknolojîyê bide Ukraynayê da ku mûşekên dûravêj yên SCALP li hundirê welêt hilberîne. Rûsyayê biryara Londonê şermezar kir.

Yekîtîya Ewrupa (YE) jî jibo Ukraynayê 6,1 milyar euro alîkarîya leşkerî ya nû ragihand.

Ukraynayê li şûna merasîmekî leşkerî de, jibo pîrozbahîyê pêşadana drone û amûrên bêmirov yên li welêt hatine hilberandin pêk anî.

Hêjayê gotinê ye ku Ukraynayê di 24’ê Tebaxa 1991’an de serxwebûna xwe ya ji Yekîtîya Sovyetê ragihand.

Ji dema ku Rûsyayê di 2022’an de êrîşa berfireh ya ser Ukraynayê da destpê kirin û vir ve, ev pêncemîn Roja Serxwebûnê ya Ukrayna ye.

Lê, di Roja Serxwebûnê de jî êrîşên Rûsî berdewam kirin. Berpirsên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşa droneke Rûsî de li herema Chernihivê de 18 kes birîndar bûne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG