Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dixwaze Cihê Xwe Yê Leşkerî Bihêz Bike Berî Axaftinên Bi Rûsyayê Re Ji Nû Ve Dest Pê Bikin


Berpirsê Ukraynayê yê Danûstandinan David Arakhamia got, Ukrayna dixwaze cihê xwe li ser erdê bi alîkariya şandina çekên nû ji Rojava bihêz bike berî ku ew ji nû ve danûstandinên aştiyê bi Rûsyayê re dest pê bikin.

Wî ji televîzyona neteweyî ya Ukraynayê re got:

"Hêzên me yên çekdar amade ne ku çekên nû bikar bînin... û paşê ez difikirim ku em dikarin ji cihekî bihêz dest bi gera nû ya danûstandinan bikin,"

Ukrayna got ku wê beşek ji bajarê pîşesazî yê Sievierodonetsk li herêma Luhansk, ku navenda êrîşa Rûsyayê ye ji bo bidestxistina herêma Donbasê ya rojhilat, vegerandiye.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro Şemiyê ragihand ku hêzên wan firokeyeke leşkerî ya Ukraynayê ku çek û cebilxane hilgirtibû li nêzîkî bendera Odesa ya Deryaya Reş xist xwarê.

Wezaretê got ku mûşekên Rûsî herwiha navendeke rahênana topan li herêma Sumy ya Ukraynayê ku mamosteyên biyanî lê dixebitîn, kirin aramnc. Wê got ku êrîşeke din baregeheke "çeteyên biyanî" li herêma Odesa wêran kir. Reuters nekarîbû bi awayekî serbixwe van îdiayan piştrast bike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG